Projeyasaya petrolê ji bo Encûmena Şêwrê ya Iraqê hat şandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Projeyasaya petrol û gazê ji bo guftûgokirina li ser destûrîbûna guhertinên ku di wê yasayê de hatine kir, ji bo Encûmena Şêwrê hat şandin.

Endamê Komîteya Petrol û Enerjiyê li Parlamentoya Iraqê Sebah Subhî ji K24ê re ragihand, Encûmena Wezîrên Iraqê projeyasaya petrol û gazê ji bo lêkolînê şandiye Encûmena Şêwrê ya Iraqê.

Sebah Subhî da zanîn jî: Encûmena Şêwrê dê lêkolînê li ser destûrîbûna guhertinên ku di projeyasaya petrol û gazê de hatine kirin, bike.

Got jî: Piştî temamkirina projeyasaya di Encûmena Şêwrê de, dê vegere Encûmena Wezîran û dê deng li ser bê dayîn.

Yek ji mijarên ku salên dirêj di navbera Hewlêr û Bexdayê de nakokî derdixist, pesendkirina yasaya petrol û gazê ye. Projeyasaya petrol û gazê di navbera her du aliyan de di çarçoveya rêkeftineke siyasî de hat lihevkirin, ku bû sedema pêkhatina hikûmeta niha.

Fraksiyonên Kurdistanî li Parlamentoya Iraqê hewl didin projeyasaya petrol û gazê li gor madeya 112 ya destûra Iraqê were pesendkirin, li gorî karnameyan hikûmetê jî, divê di heyama niha ya hikûmetê de ew projeyasa radestî parlamentoyê were kirin.