Esed fermaneke nû derbarê “ragirtin û yedekê” di artêşê de derxist

Hêzeke artêşa Sûriyê
Hêzeke artêşa Sûriyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyê Beşar Esed îro Duşemê fermanek îdarî derxist ku ji 1ê Îlona bê ve, ragirtin û bangewaziya efser, leşker û hêzên yedek yên 6 sal û nîv di artêşa Sûriyê de xizmet kirine, bidawî bîne.

Ajansa “SANA” ya fermî belav kir, Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Beşar Esed fermanek îdarî derxist, li gorî wê fermanê ji 1ê Îlona bê ve, ragirtin û bangewaziya efser, leşker û hêzên yedek yên ku 6 sal û nîv xizmet di artêşa Sûriyê de temam kirine bidawî dibe.

Rejîma Sûriyê ji sala 2011an ve, siyaseta ragirtin û daxwaza yedekê di nava hêzên xwe de dimeşîne, ku heyama leşkeriya neçarî û ragirtinê heta 9 salan dirêj dibû, vê yekê jî hîştiye ku rewşa aborî aloztir bibe û bi sedhezaran xort koçberî derveyî herêmên di bin kontrola rêjîmê û derveyî welat bibin.

Herwiha ji bo kişandina yedek jî, di salên destpêkê yên krîza Sûriyê de li gorî “fermaneke îdarî" temenê yedek ji bo leşkeran 52 sal û ji bo efseran jî 54 sal bû. Piştre di Sibata 2019an de bo temenê 42 saliyê hat daxistin.