Hikûmeta Iraqê 70 penaberên Rojavayê Kurdistanê li Bexdayê zindanî kirine

Malbatên penaberan ji Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dikin ku kêşeya wan were çareserkirin.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) - Hêzên ewlehiyê yên Iraqê 70 penaberên Rojavayê Kurdistanê li Bexdayê û hejmarek din li Mûsilê girtine, 3 ji wan radestî hikûmeta Sûriyê hatine kirin û malbatên girtiyan jî metirsîdar in ku kurên wan heman çarenivîsê bibînin û banga rizgarkirina wan dikin.

Li ser dirêjahiya çend mehên borî, hêzên ewlehiyê yên Iraqê 70 penaberên Rojavayê Kurdistanê li Bexdayê û hejmarek din li Mûsilê girtine, li gor ku malbatên wan dibêjin, ew bi bihaneya binpêkirina sîstema îqameyan hatine girtin.

Kesûkarê penaberên ji Rojavayê Kurdistanê ji Kurdistan24ê re diyar kir, xizmên wan pênc meh in di zindanê de ne, dema wan bi dawî bûye, lê hîn di zindanê de ne, eger bo Sûriyê werin şandin, ji ber ku leşkerî nekirine, dê bo leşkeriyê werin şandin.

Roja şemiya borî jî, 3 Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi biryara Dadwerê Bexdayê, radestî hikumetê Sûriyê hatin kirin. Malbatên girtiyan jî metirsîdar in ku kurên wan jê heman çarenivîsê bibînin. Dayikên girtiyan jî bang li Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî dikin ku bi hawara wan ve biçin û zarokên wan rizgar bikin.

Kesûkara penaberan diyar kir: “Em hêviya xwe ji Xwedê û ji we ji birayên Kurdan dikin û ji mezinê Kurdan dikin, ew taca serê me ye, ew birayê me ye, ew her tişt di vê dinyayê de ji me re ye, ewilî em hatin Kurd wan destê xwe ji me re vekir, em dexîlê Xwedê û van birayên xwe yên delal, van birayên Kurdan û mezinên Kurdan dikin, alî me bikin.”

Serokê rêxistina Canê Roj ku dosya penaberên girtî dişopîne dibêje ku vegerandina bi neçarî a penaberan, binpêkirina ji yasayên navdewletî ye, bi taybetî ku kesên girtî îqameyên Herêma Kurdistanê ligel wan heye.

Serokê Rêxistina Canê Roj Reşîd Elî Can diyar kir: “Hikûmeta Bexdayê bi rengekî neyasayî, biryara dadwerê Bexdayê, wan dûrî Iraqê dike, nasnameyên wan ên UN hene, penaber in li Iraqê, lê Bexda ez îtîrafê bi wan formên Kurdistanê nakim. Ev ti caran nakeve alî mafê mirovan, nakeve alî destûr û tifaqên navdewletî, ku tu welatiyekî vegerînî welatê wî û di welatê wî de şer û pevçûn hebe.”

Biryar e rêxistina Netewên Yekgirtî ya karûbarê penaberan û hejmarek rêxistinên mirovî li Bexdayê derbarê vê mijarê kom bibin. Di demekê deye serokwezîrê Iraqê Mihemed Şeya Sûdanî di civîna xwe de ligel Beşar Esed daxwaza çareserkirina pirsa penaberan kir.