Charles Michel bo K24: Guherînên keşûhewayê bandorê li ser hemû mirovahiyê dike

Serokê Encûmena Ewropayê Charles Michel li ser pirsa Peyamnêrê Kurdistan24ê li Brukselê ragihand, guherînên keşûhewayê bandorê li ser temamê mirovahiyê dirust kiriye û divê bilez û bi hûrgilî kar ji bo vê pirsê bikin.

Bruksel (K24) – Serokê Encûmena Ewropayê Charles Michel li ser pirsa Peyamnêrê Kurdistan24ê li Brukselê ragihand, guherînên keşûhewayê bandorê li ser temamê mirovahiyê dirust kiriye û divê bilez û bi hûrgilî kar ji bo vê pirsê bikin.

Charles Michel diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê sponsora herî mezin a piştevanîkirina hewlên rûbirûbûna guherîna keşûhewayê ye.

Michel got: “Guherînên keşûhewayê bandor li ser her kesî kiriye. Em ji vê fêm dikin, gelek girîng e ku em bilez û bi hûrgilî kar bikin. Ez dikarim bibêjim ku ligel gelek ji welatên Amerîkaya Latîn, Yekîtiya Ewropayê li pêşiya wan aliyan bûye ku hewl daye dilniya bibe civaka navdewletî karên zêdetir ji bo vê mijarê dikin.”

Herwiha diyar kir: “Em sponsorê herî mezin ê piştevanîkirina hewlên rûbirûbûna guherîna keşûhewayê ne, ligel wê yekê jî em pabend in ku ji nêzîk ve ligel hevbeşên me li seranserê cîhanê kar bikin, da ku çaksaziya rêxistinên saziya darayî bikin.”