Li qezaya Kifrî 9 projeyên veberhênanê tên cîbicîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Veberhênanê ya Germiyanê ragihand, dê hejmarek projeyên veberhênanê di warên bazirganî, çandinî, pîşesazî, niştecihbûn û werzişê de li qezaya Kifrî werin cîbicîkirin.

Li gorî daxuyaniya Veberhênana Germiyanê, 9 proje di warên cuda de dê li qezaya Kifrî werin cîbicîkirin, ev yek jî dê derfetên kar peyda bike û aboriya navçeyê vejîne.

Da zanîn jî, ev proje niha di qonaxa kar û wergirtina moletê de ne. Proje jî, di warê bazirganî, çandinî, pîşesazî, niştecihbûn û werzîşî de dibin.

Di dema borî de jî sê projeyên din li qezaya Kifrî dest pê kiribûn û niha bi nêzîkî 100 milyon dolaran kar tê de tên kirin.

Berî çend rojan nişteciyên Kifrî grev girtibûn û daxwaza xizmetguzariya navçeya xwe dikin, ew dibêjin çendîn sal in ji aliyê berpirsên navçeyê ve hatine paşguhkirin.

Duhî 17ê Tîrmehê jî, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî di daxuyaniyekê de diyar kir, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo kêşeyên bajarê Kifrî, daxwaza çareserî û lidûvçûna bilez kir û mebesta cenabê wî ew e ku di demeke herî kêm de ewê di şiyana hikûmetê de be, kêşe werin çareserkirin.