Bihayê lîreya Sûrî rojane li hember dolarê Amerîkî dadikeve

Niha yek dolar li bazara reş bi 11 hezar lîreyên Sûrî ye, Banka Navendî ya Sûriyê yek dolar bi nêzîkî 10 hezar lîre destnîşan kiriye, welatî û bazirganên Qamişlo dibêjin, zerermendê sereke di vê rewşê de ew in.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Bihayê lîreya Sûrî li hember dolarê Amerîkî rojane dadikeve, niha yek dolar li bazara reş bi 11 hezar lîreyên Sûrî ye, Banka Navendî ya Sûriyê yek dolar bi nêzîkî 10 hezar lîre destnîşan kiriye, welatî û bazirganên Qamişlo dibêjin, zerermendê sereke di vê rewşê de ew in.

Roj li pey rojê nirxê lîreya Sûrî li beramberî dolarê Amerîkî dikeve. Ev yek bandoreke mezin jî li welatiyan  kiriye. Welatiyên li Qamişlo dibêjin her çiqas rewşa siyasî ya Sûriyê aloz bibe dolar bilind dibe.

Li sala 2011 yek dolar li beramberî 49 lîreyên Sûrî bû , lê niha li bazara reş û li piraniya navçeyên Sûriyê yek dolar 11 hezar lîre derbas kiriye. 

Bazirgan jî dibêjin neseqamgiriya lîreyê  tenê bandor li welatiyan nekiriye, lê ziyaneke mezin dighîne wan jî û qezenca wan gelekî kêm kiriye.

Di 7 mehên dawî de  3 hezar  ji bihayê lîreya Sûriyê li beramberî dolar daket û tevî hewlên banka navdewletî jî jibo kontrol kirina biha, lê  hewlên wê bi ser neketin, rojane bihayê dolar di bultena wê ya hewalatan de tê guhertin  û niha  nêzîke ji  bihayê bazara reş, ku yek dolar bi nêzîkî 10 hezar lîreyên Sûrî destnîşan kiriye.