Berdevkê Hikûmetê: Serokwezîr Mesrûr Barzanî çend biryar ji bo cîbicîkirina daxwazên xelkê Kifrî derkirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo berjewendiya xelkê Kifrî û avedankirina navçeya wan, çend biryarên girîng derkirin û hemû wezaret û saziyên Hikûmeta Herêmê jî raspart ji bo cîbicîkirina daxwazên xelkê Kifrî.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo berjewendiya xelkê Kifrî û avedankirina navçeya wan, çend biryarên girîng derkirin û hemû wezaret û saziyên Hikûmeta Herêmê jî raspart ji bo cîbicîkirina daxwazên xelkê Kifrî.

Roja Sêşemê 18ê Tîrmeha 2023an, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî di konferanseke rojnamevaniyê de biryarên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji xelkê Kifrî re eşkere kirin.

Li gor biryarên Serokwezîr Mesrûr Barzanî, 300 milyon dînar ji bo nûjenkirina 16 dibistançn Kifrî hatiye dabînkirin, ligel dabînkirina sê ambulansan ku îro ji bajarê Hewlêrê bo qezaya Kifrî têne şandin.

Herwiha ji bo çareserkirina kêşeya kêmaviya li qezaya Kifrî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê biryar derkir ji bo lêdana pênc bîrên avê ku lêçûnên wê dike 80 milyon dînar ji bo her bîrekê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar daye ji bo dirustkirina çend kargehên mezin ên veberhênanê bi taybetî kargeha dirustkirina geç li Kifrî.

Herwiha 296 milyon dînar ji bo nûjenkirina yarîgeheke werzişê ligel pêwîstî û kelûpelên werzişî ji bo 24 cûreyên werzişê tê dabînkirin.

Yek ji biryarên din ên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo xelkê Kifrî, raspartina hemû wezaret û saziyên pêwendîdar ji bo cîbicîkirina daxwazên îdarî û pêkanîna karên xelkê Kifrî.

Pêşewa Hewramanî diyar kir, budceya van biryarên Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji bo xelkê Kifrî amade ye û rasterast diçe warê cîbicîkirinê.

Li ser cîbicîkirina wan biryaran, Pêşewa Hewramanî ragihand, ew lijneya ku ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hat pêkanîn serperiştiya pêngavên cîbicîkirina biryaran dike bi hevahengiya ligel Îdareya Serbixwe ya Germiyanê û lijne çavdêriya cîbicîkirina biryaran dike.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir, ji bo cîbicîkirina daxwazên tendirustiyê yên xelkê Kifrî, lijneyek ji Wezareta Tendirustiyê bi serperiştiya Wezîrê Tendirustiyê tê pêkanîn ji bo cîbicîkirina daxwazên xelkê Kifrî û çareserkirina kêmasiyên navçeyê ji aliyê tendirustiyê ve.

Roja 16ê Tîrmeha 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyamekê de got: “Welatiyên Kifrî yên hêja, silav û rêza min ji we re heye. Ji daxwazên we agahdar im û gihîştine destê min. Min biryar da ku di demek nêzîk de komîteyek taybet ji nûnerên Dîwana Encûmena Wezîran, Wezareta Navxwe û Îdareya Serbixwe ya Germiyê ava bikim, da ku daxwazên we bişopînin. Piştrast bin, ew ê di karîna me de be, em ê ji bo xizmeta we  bikin û bi ruhekî germ li gel we dibim.”

Roja Duşemê 17ê Tîrmeha 2023an, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî di daxuyaniyekê de diyar kir, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo kêşeyên bajarê Kifrî, daxwaza çareserî û lidûvçûna bilez kir û mebesta cenabê wî ew e ku di demeke herî kêm de ewê di şiyana hikûmetê de be, kêşe werin çareserkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, yek ji daxwazên xelkê Kifrî, bilindkirina pileya Serokatiya Şaredariya Kifrî bû, ji bo vê mebestê jî, li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, piştî bilindkirina daxwazên wan ji aliyê Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyan, li gor madeya dehem a di yasaya birêvebirina şaredariyan a hejmara 6 a sala 1993an de, rizamendî nîşan da ji bo bilindkirina pileya Serokatiya Şaredariya Kifrî ji pileya du bo pileya yek ji bo zêdetir xizmetguzariya xelkê bajêr.

Zêdetirî hefteyek e nişteciyên Kifrî greva xwe ragihandine û daxwaza xizmetguzariya navçeya xwe dikin, ew dibêjin çendîn sal in ji aliyê berpirsên navçeyê ve hatine paşguhkirin.