Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya sala nû ya Koçî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina sersala nû ya Koçî, peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina sersala nû ya Koçî, peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Di vê bîranîna pîroz de em tekeziyê li pêşvebirina prensîbên rasteqîn ên ola pîroz a Îslamê û çanda pêkvejiyana aştiyane û hevqebûlkirin û hizra miyanrewiya olî dikin.”

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi boneya hatina serê sala nû ya Koçî ya 1445an, ez germtirîn pîrozbahiyê arasteyî Misilmanên Kurdistanê û cîhanê dikim.

Ji Xwedayê mîhreban hêvî dikim sala nû ya Koçî, sala xweşguzeranî û pêşketina zêdetir a Kurdistanê û aştî û aramiyê be li cîhanê.

Di vê bîranîna pîroz de em tekeziyê li pêşvebirina prensîbên rasteqîn ên ola pîroz a Îslamê û çanda pêkvejiyana aştiyane û hevqebûlkirin û hizra miyanrewiya olî dikin.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

18ê Tîrmeha 2023an