Di êrîşeke Îsraîlê li ser Şamê de 2 leşker birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Îsraîlê bi mûşekan hin xalên din li derdora Şamê kirin armanc û jêderekî leşkerî yê sûrî jî dibêje, 2 leşker birîndar bûn û hin ziyan tenê madî çêbûn.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê “SANA” li ser zarê jêderî leşkerî ragihand, Îsraîlê îro demjimêr 12:25 ji aliyê bakurê Golanê ve êrîşeke asmanî pêk anî û hin xalên li derdora Şamê kirin armanc.

Wî jêderî got jî, sîstema berevaniya asmanî ya Sûriyê rûbirûyî mûşekên Îsraîlê bû piraniya mûşekan xistin xwarê. Got jî: Di encama êrîşê de 2 leşker birîndar bûn û hin ziyan tenê madî çêbûn.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir, Îsraîlê derdora firokxaneya Dîmasê û devera Sebora mûşekbaran kirin ku hêzên Firqeya 4em bicih dibin û komgehên Hizbullaha Libnanî lê ne.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, Ji destpêka îsal ve, ev êrîşa 20emîn a Îsraîlê li baregehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve ye. Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku ew rê dide hêzên ser bi Îranê ve pêgehên xwe li wî welatî bihêz bikin û êrîşî Îsraîlê bikin.