Gola Urmiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê bi hişkbûnê bi re rûbirû ye

Gola Urmiyê - Wêne: Sara Caferî
Gola Urmiyê - Wêne: Sara Caferî

Navenda Nûçeyan (K24) – Gola Urmiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê ji rûbirûyî ziwabûna bi temamî bûye. Pisporên ekolojiyê û çalakvan jî dibêjin, ji ber germahiya erdê, kêmbûna baranê û xemsariya hikûmeta Îranê, Gola Urmiyê hişk dibe.

Gola Urmiyê

Gola Urmiyê wek mezintirîn gola navxweyî ya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye. Li gorî belgeyên zanistî devera gola Urmiyê, ji 7 hezar salan berî niha ve cihê şaristaniyê û jiyana mirovan bûye.

Gola Urmiyê

Gola Urmiyê ji ber cih û taybetmendiyên xwe yên xwezayî û ekolojîk, ji sala 1996an ve wek parkeke neteweyî hatiye tomarkirin.

Gola Urmiyê

Bilindahiya Gola Urmiyê, 1300 metre li ser asta deryayê ye, berî çend salan kûrahiya golê bi qasî 6 metreyan bû. Dirêjiya wê digihîşt 120 k.m û firehiya wê jî di navbera 15 heta 50 k.m bû, ku rûbera wê ji 5 hezar heta 6 hezar k.m çargoşe bû.

Gola Urmiyê

Li gorî pisporan, bi giştî 3 faktor dikarin wek sedemên hişkbûna gola Urmiyê bên dîtin: Bikaranîna zêde ji çavkaniyên ava golê, geşepêdana zêde ya sektora çandiniyê li derdora golê û bi bikaranîna ava wê û guherînên keşûhewayê.

Gola Urmiyê

Destnîşan dikin jî, di di van du deh salên dawî de germahiya erdê 2 pile zêde bûye û ev jî bûye sedema kêmbûna baranên demsalî, herwiha kirîza zêdebûna germahiya keşûhewayê jî gurtir bûye.

Gola Urmiyê

Ji aliyê xwe ve çalakvan û jîngehparêz jî diyar kir dikin, rejîma Îranê bi bernameyên nezanistî û çewt, dibe sedema hişbûna Gola Urmiyê û didin zanîn ku di heyama 3 salên borî de nêzîkî 44 bendav li ser çemên ku tên ser gola Urmiyê hatine çêkirin û û ava ketina golê kêm kiriye.

Gola Urmiyê