Sefîn Dizeyî: Em kar ji bo vekirina nûneratiyên Herêma Kurdistanê li çend welatan dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, ew kar li ser vekirina nûneratiyên xwe li çend welatan dikin.

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji K24ê re ragihand, 14 nûneratiyên Herêma Kurdistanê li welatên cuda hene û ew bi niyaz in ku nûneratiyên xwe li çend welatên din jî vekin, bi taybetî li çend welatên erebî.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermi duhî gihîşte Bakuyê û ligel Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev civiya. Di civînê de jî behsa vekirina Konsulxaneya Giştî ya Azerbaycanê li Herêma Kurdistanê jî hat kirin

Di vê derbarê de Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje: “Biryar e Azerbaycan konsulxaneya xwe ya giştî li Herêma Kurdistanê veke û hêla asmanî ya Azerbaycanê bo Herêma Kurdistanê jî hebe.”

Dizeyî dide zanîn, hebûna bi dehan konsulxaneyan li Herêma Kurdistanê û vekirina konsulxaneyên nû, nîşana pêgeha taybet a Herêma Kurdistanê ye.”

Herwiha destnîşan kir: “Ev nûner siyaseta hikûmetên xwe di warê bihêzkirina pêwendiyên ligel Hewlêrê cîbicî dikin.”

Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Kurdistanê tekez kir, Qeter dê di demeke nêzîk de konsulxaneya xwe li Hewlêrê veke, piştî ku Encûmena Wezîran a Iraqê daxwaza Dohayê ya pesend bike.

Bi gotina Dizey, ew wek Fermangeha Pêwendiyên Derve kar li ser firehkirina wê fermangehê dikin, da ku bibe navendeke bihêz ku bikaribe pêwendiyan bi welatên cîhanê re çêbike.

Li Herêma Kurdistanê 40 konsulxane û nûneratiyên welatan hene ku 38 welatên endamên Netewên Yekgirtî jî di nav de ne.

Îran tekane welat e ku ji sala 2007ê ve du konsulxane li Kurdistanê vekirine, yek li Hewlêrê û ya din jî li Silêmaniyê ye.