Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê civiyan

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civînê de proseya çaksaziyê ya di Wezareta Pêşmerge de, yekkirin û rêkxistina Pêşmerge û pirsgirêk û astengiyên li pêşiyê hatin gotûbêjkirin.

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Fermandarê Hêzên Hevpeyman ên li Iraqê û Sûriyê kir. Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civînê de proseya çaksaziyê ya di Wezareta Pêşmerge de, yekkirin û rêkxistina Pêşmerge û pirsgirêk û astengiyên li pêşiyê hatin gotûbêjkirin.

Îro Çarşemê 19ê Tîrmeha 2023an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Fermandarê Hêzên Hevpeyman ên li Iraqê û Sûriyê Matthew McFarlane kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civînê de behsa proseya çaksaziyê ya di Wezareta Pêşmerge de, yekkirin û rêkxistina Pêşmerge û pirsgirêk û astengiyên li pêşiyê hatin kirin û li ser rêya çareserkirina wan pirsgirêkan danûstandina bîr û ramanan kirin.

Li gorî daxuyaniyê, her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku prosesa yekkirin û yekgirtina Pêşmerge û çaksaziya di Wezareta Pêşmerge de li gor bernameya ku ji bo wê hatiye danîn, bi awayekî baş nehatiye cîbicîkirin.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku tevî hemû pirsgirêk û astengiyan, hemû hewlên ji bo serkeftina proseya çaksazî û yekkirina Pêşmerge dê berdewam bin û spasiya rol û handan Amerîkayê ya ji bo serkeftina proseyê kir.

Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Herêma Kurdistanê jî amade bû, peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, rewşa navçeyê û çend mijarên din ên di berjewendiya hevbeş de hatin gotûbêjkirin.