Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê hat şewitandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Alîgirên Rêberê Tevgera Sedirê, Muqteda Sedir avêtin ser Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê û şewitandin.

Wezareta Derve ya Swêdê îro 20ê Tîrmeha 2023an di daxuyaniyelê de ragihand, “Êrîşa li ser Balyozxaneya me ya li Bexdayê hate kirin û Iraq berpirs e ji parastina nûner û karmendên me yên dîplomatîk.”

Wezareta Derve Swêdê got, “Ev kiryar, binpêkirina Peymana Viyanayê ya ya taybet bi nûnerên dîplomasî ye.”

Da zanîn jî, “Karmend û nûnerên me yên dîplomatîk li Bexdayê sax in û bo cihekî ewle hatine veguhestin.”

Ji aliyekî din ve, Wezareta Derve ya Iraqê bi tundî êrişa ser Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê şermezar kir û ew wek êrişa li ser karê dîplomasiyê binav kir.

Wezareta Derve ya Iraqê jî ji bo lêkolînkirina bûyerê û desteserkirina kiryaran, ferman da aliyên pêwendîdar.

Ev yek piştî wê tê, Medyaya Swêdê ragihand, penaberê Iraqî Selwan Momîka, plan dike îro pêncşemê çapeke din Qurana pîroz û ala Iraqê li ber Balyozxaneya Iraqê li Stockholmê bişewitîne.

Penaberê Iraqî yê bi navê Selwan Momîka roja 28ê Hezîranê li Stockholma Swêdê Qurana pîroz şewitandibû û alîgirên Sedirê avêtin ser Balyozxaneya Swêdê li Bexdayê.

Ev kiryar jî karvedanên tund li ser asta navdewletî û navxweyî û hin Swêdî jî pişt xwe anî.