Kurdên Kafkasyayê hewl didin çand û zimanê xwe biparêzin

kurdistan24.net

Baku (K24) – Hejmareke mezin ya Kurdên Kafkasyayê li Azerbaycanê dijîn. Ji ber şer û alozî û derfetên aboriyê jî, gelek Kurdên li Azerbaycanê li Bakuyê dijîn. Kurdên Bakuyê deriyên malên xwe ji tîma Kurdistan24’ê re vekirin û behsa serpêhatiyên xwe kirin. Kurdên Bakuyê hewl didin ku çand û zimanê xwe biparêzin. Ji Kurdên Bakuyê, Cemîla Wezîr a 85 salî behsa serpêhatiyeke xwe li gel Nemir Mele Mistefa Barzanî dike.

Di cîhanê de yek ji warên Kurdan jî Kafkasya ye. Hejmareke mezin a Kurdên ku li Kafkasyayê belavbûyî li Bakuyê dijîn. Yek ji wan jî rojnameger û nivîskar Tahir Silêman e ku rojnameyeke bi navê Dîplomat amade dike. Ev rojnameya heftane, zêdetir behsa pêşhatên derbarê Kurdan de dike. Ji ber derfetên kêm ên abûriyê Tahir Silêman rojnameyê li mala xwe amade dike.

Nivîskar û rojnameger Tahir Silêman ji K24ê re dibêje: “Ev 21 sal in ez vê rojnameyê çap dikim. Em vê rojnameyê bi kurdî, tirkî, ezerî û rûsî çap dikin û bi her çar zimanan dişînin Kurdistanê. Heta pandemiyê jî me bazirganî dikir, rewşa me baş bû lêbelê niha rewşa me ya abûrî ne gelek baş e. Min beşeke mala xwe kiriye cihê amadekirina rojnameyê. Ez tenê vê rojnameyê amade dikin, ti kes alîkariya min nake.”

Di salên 1950an de Nemir Mele Mistefa Barzanî bo demekê li Kafkasyayê dimîne. Cemîla Wezîr a wê demê 12 salî dibêje; wê Nemir Mele Mistefa li Taşkentê ditiye û bi hesteriyarî behsa serpêhatiyeke xwe dike û tîne zimên; hesreta wê ew e ku di 85 saliya temenê xwe de serdana Herêma Kurdistanê bike.

Cemîla Wezîr dibêje: “Demekê min dît derî vebû û kesek hate hundir, hemû kesên li hundir rabûn ser piyan. Min ji mamê xwe pirsa wî kir; mamê min got; ev Mele Mistefa Barzanî ye, general e. Ez gelek keyfxweş bûme ku min Mele Mistefa Barzanî ditiye ku wî temenê xwe di oxira Kurdan de daye. Ez gelek serbilind im ku li kêleka wî rûniştim û min ligel axaftiye. Rehma Xwedê lê be. Zarokên wî jî li wî çûne. Ez dixwazin Kurdistanê bibinim. Şabûna miletê xwe bibinim. Ez bibînim ku li Kurdistana Iraqê hikûmeta Kurdistanê heye, mezinên me hene. Şikir ku kûrê Barzanî ye, babê wî miroveke gelek baş bû.”

Hejmara Kurdên li Azerbaycanê nayê zanîn, lê belê tê gotin ku hejmara wan bi sedhezaran e. Ji ber bişaftin û sedemên cûrbecûr di nava piraniya Kurdên Azerbaycanê de kurdî hatibe jibîrkirin jî malbatên ku hewla parastina çand û zimanê xwe didin jî hene.

Xalidê Evdilbarî got: “Em eslê xwe ji Wanê hatine, lê belê bab û kalên me ji Dohukê hatine. Ji beriya 200-300 salan i Duhokê derbasî Îranê bûne û ji Îranê derbasî Tirkiyeyê bûne û jê em derbasî Ermenîstanê bûne. Ev 80 sal in jî em hatine Azerbeycanê.”

Marîna Îsayev jî dibêje: “Ez dikarim bi zimên kurdî, îngîlîzî, rûsî, farsî, azerî û tirkî biaxivim. Em li vir bextewar in lê me dixwest ku em Kurdistanê jî bibinin.”

Kurdên Bakuyê di şîn û şahî ango di rojên xweş û nexweş de jî têne cem hevdu û hewl didin ku çanda xwe, zimanê xwe biparêzin lêbelê hesreta dilê gelek ji wan ew e ku Herêma Kurdistanê jî bibinin.