Sedir hişyariyê dide Swêdê û li benda helwesteke hikûmeta Iraqê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê Tevgera Sedirê, Muqteda Sedir îro Pêncşemê piştrast kir ku Swêdê hemû hêlên dîplomatîk û pîvanên siyasî derbas kiriye piştî ku erêkirina şewitandina ala Iraqê daye.

Muqteda Sedir îro Pêncşemê di daxuyaniyekê de ragihand, “Piştî ku Swêdê dijminatiya xwe ya li dijî Îslamê û pirtûkên asmanî yên eşkerekirî û ezoterîk ragihand, li vir hêlên dîplomatîk û pîvanên siyasî derbas dike û bi erêkirina şewitandina ala Iraqê, dijminatiya xwe ya li dijî Iraqê aşkere dike.”

Sedir her wiha got: “Li vir ez ê li benda bersiva fermî ya yekalîker bimînim, berî ku ez her karekî bikim.”

Sedir di daxuyaniya xwe de got: “Li gorî min, eger ala Iraqê rastî şewitandinê hatibe, divê hikûmet bi riswakirin û şermezarkirinê razî nebe, ji ber ku ev yek nîşana lawazî û bindestiyê ye.”

Her wiha got: “Derbarê dubare şewitandina Qur'anê jî, dê ne bi şewitandina Tewrat û Încîlê be, lê belê, divê gelên cîhanê piştgirîya pirtûkê asîmanî bikin, nexwe dê encameke nexwestî were serê me.”

piştî şewitandina Balyozxaneya Swêdê li Bexdayê di xwepêşandanekê de, Swêdê balyozxaneyê heta demeke nediyar girt.

Swêdê gazî nûnerê Iraqê li Stockholmê kir û êrîşa li ser balyozxaneyê şermezar kir. Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom got, “Tiştê li Bexdayê rû daye, bi tevahî nayê qebûlkirin û em van êrîşan bi tundî şermezar dikin.”

Ev yek piştî wê tê, Medyaya Swêdê ragihand, penaberê Iraqî Selwan Momîka, plan dike îro pêncşemê çapeke din Qurana pîroz û ala Iraqê li ber Balyozxaneya Iraqê li Stockholmê bişewitîne.