Amnesty bang li NY dike vetoya Rûsyayê ya li dijî gihandina alîkariyan bo Sûriyê şermezar bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty) daxwaz ji welatên endam di Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî kir ku vetoya Rûsyayê ya li dijî nûkirina mekanîzmaya gihandina alîkariyê bo bakurê rojavayê Sûriyê, şermezar bikin.

Mekanîzmaya derbaskirina alîkariyên mirovî bo bakurê rojavayê Sûriyê, roja 10ê Tîrmeha 2023an bidawî bû, Rûsyayê biryara Encûmena Asayişa Navdewletî ya ku ji bo 9 mehan dirêjkirina mekanîzmaya gihandina alîkariyên mirovî di sînorê Tirkiyê re bo 9 mehan veto kir.

Di vê derbarê de, Amnesty di raporekê de ku duhî hate weşandin tê de ragihand, “divê Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî tekezî li rewatî, destpakî, bêalîbûn û serxwebûna mekanîzmaya alîkariya di sînor re bike, ku armanca wê gihandina alîkariyan bo nêzî 4 mîlyon mirovan e.”

Got jî, “Rûsiya vîtoya xwe ji bo kêmkirina çarçoveya karê mîkanîzmê bikar anî, ku destpêkê gihandina alîkariyan bi rêya 4 dergehên sînorî re bû ku daxist yek derî û niha jî bi temamî hatiye rawestand.”

Amnesty diyar kir ku wê ji sala 2014an ve, bi Komîsyona Lêkolînê ya Netewên Yekgirtî li Sûriyê û rêxistinên navdewletî û xwecihî yên mafên mirovan re, belege dike ku çawa rêjîma Esed berdewam kar li ser ‘biçekkirina alîkariyan’ û astengkirin û sînordarkirina gihandina wan dike.”

Di sala 2014an de, Encûmena Asayişa Navdewletî rê da alîkariyên mirovî di 4 xalên sînorî re derbasî Sûriyê bibin, lê ji destpêka sala 2020an de, di bin fişara Rûsya û Çînê de, ew alîkarî hatin kêmkirin û tenê di deriyê Bab El-Hawa ya bi Tirkiyê re derbas dibin ku ew jî bi vetoya Rûsî hate rawestandin.

Ji aliyê xwe ve, Cîgira Rêvebir a Amnesty Sherine Tadros diyar kir, vetoya Rûsyayê “tê wê wateyê ku Netewên Yekgirtî êdî nikare alîkarî û xizmetên bingehîn pêşkêşî çar mîlyon kesan bike.”

Ji aliyekî din ve, Rojnameya “Wall Street Journal” di raportekê de ragihand, Rûsya hewl dide xwe ji peymanên mirovî yên bi Netewên Yekgirtî re veqetîne, di nav de jî astengkirina derbasbûna alîkariyên mirovî bi rêya Tirkiyê bo Sûriyê.