Çîroka Kurdeke Azerbaycanî: Barzaniyê Nemir demjimêrek bi diyarî daye

Jineke Kurd a Azerbaycanê, li Bakuyê bo Kurdistan24ê behsa serpêhatiyeke xwe ya li gel Nemir Mela Mistefa Barzanî dike.
Cemîla Wezîr
Cemîla Wezîr

Hewlêr (K24) - Jineke Kurd a Azerbaycanê, li Bakuyê bo Kurdistan24ê behsa serpêhatiyeke xwe ya li gel Nemir Mela Mistefa Barzanî dike; û dibêje wê di 12 saliya xwe de li Taşkentê Barzaniyê Nemir dîtiye û niha jî dixwaze di temenê xwe yê 85 de serdana Herêma Kurdistanê bike.

Cemîla Wezîr ku 85 salî ye behsa serpêhatiyeke xwe li gel Nemir Mela Mistefa Barzanî dike. Di salên 1950an de Nemir Mela Mistefa Barzanî bo demekê li Kafkasyayê dimîne. Cemîla Wezîr a wê demê 12 salî dibêje; wê Barzaniyê Nemir li Taşkentê ditiye û bi hesteriyarî behsa serpêhatiyeke xwe dike û tîne zimên; hesreta wê ew e ku di 85 saliya temenê xwe de serdana Herêma Kurdistanê bike.

Cemîla Wezîr ji K24ê re ragihand: “Demekê min dît derî vebû û kesekî ring hate hûndir, hemû kesên li hûndir rabûn ser piyan. Min ji mamê xwe pirsa wî kir; mamê min got; ev Mela Mistefa Barzanî ye, general e. Ez gelek kêfxweş bûm ku min Mela Mistefa Barzanî ditiye ku wî temenê xwe di oxira kurdan de daye.”

Herwiha diyar kir ku Mela Mistefa Barzanî demjimêrek wek diyarî jê re daye û  dibêje: “Ez gelek serbilind im ku li kêleka wî rûniştim û min ligel axaftiye. Rehma Xwedê lê be. Zarokên wî jî li wî çûne. Ez dixwazim Kurdistanê bibînim. Şabûna miletê xwe bibînim. Ez bibînim ku li Kurdistana Iraqê Hikûmeta Kurdistanê heye, mezinên me hene. Şikir ku kurê Barzanî ye, babê wî miroveke gelek baş bû.”