Sibe Kardînal Luîs Sako digihe Hewlêrê

Piştî bicîhiştina Bexdayê, biryar e sibe Patriyarkê Dêra Kildanî ya li Iraq û cîhanê bigihe Hewlêrê, ku pêştir ji ber mersûmeke Serokomarê Iraqê biryar dabû, desthilatên xwe bo Herêma Kurdistanê veguhezîne.

Hewlêr (K24) – Piştî bicîhiştina Bexdayê, biryar e sibe Patriyarkê Dêra Kildanî ya li Iraq û cîhanê bigihe Hewlêrê, ku pêştir ji ber mersûmeke Serokomarê Iraqê biryar dabû, desthilatên xwe bo Herêma Kurdistanê veguhezîne.

Îro Pêncşemê 20ê Tîrmeha 2023an, jêderekî agahdar ji Kurdistan24ê re ragihand, piştî bicîhiştina Bexdayê, biryar e sibe Înê Patriyarkê Dêra Kildanî ya li Iraq û cîhanê Kardînal Luîs Rufayl Sako  bi rêya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ve ji bajarê Stenbolê bigihe Herêma Kurdistanê.

Ev di demekê de ye ku roja Şemiyê 15ê Tîrmeha 2023an, Kardînal Luis Sako biryar da bi yekcarî bajarê Bexdê bicih bihêle û berê xwe bide Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Li ser vê kêşeyê, siyasetmedarê Iraqî Yonadam Kenna ji malpera “Dengê Xwe Bilind Bike” re got: “Tevgera Babiliyon (Tabûrên Xiristiyanan di nav Hêzên Heşda Şeibî de) ji Serokatiya Komarê daxwaz kiriye ku biryara tayînkirina Kardînal Louis Sako hilweşîne.”

Kenna tekez dike ku “ti nakokî di navbera aliyên pêkhateya Xiristiyanan de li Iraqê nîne, lê yek ji ber krîzeke siyasî di navbera Xiristiyanan û Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê de ye.

Li gorî Kenna, Çarçoweya Hevahengiyê “îradeya pêkhateya Xiristiyanî desteser kir û Rayan ku Keldaniyekî dilsoz ê Çarçoveya Hevahengiyê ye, di hilbijartinan de ferz kir, piştî ku rê da her kes, ne tenê Xiristiyan, deng li ser kotaya Xiristiyanan bidin û wî hilbijêrin.

Reyan Kaldanî serkirdayetiya milîsên çekdar ên Babiliyon dike ku ji sala 2014an ve hatiye damezrandin û di bin navê “Lîwaya 50” di nava Hêzên Heşda Şeibî" de ye. Her weha wî pênc kursiyên kotayê yên ku ji bo xiristiyanan hatine veqetandin, di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê yên 2021an de kontrol kirine.

Amerîka di sala 2019an de, bi tometa binpêkirina mafên mirovan ceza li ser Reyan Kaldanî sepandibû.