John Kirby: Dawiya îsal firokeyên F-16 digihin Artêşa Ukraynayê

Berdevkê Encûmena Asayîşa Netewî ya Amerîkayê John Kirby ragihand, dawiya îsal ew dem e ku Artêşa Ukraynayê firokeyên şerker ên F-16 bi dest bixe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Encûmena Asayîşa Netewî ya Amerîkayê John Kirby ragihand, dawiya îsal ew dem e ku Artêşa Ukraynayê firokeyên şerker ên F-16 bi dest bixe.

John Kirby ragihand, niha tiştê herî girîng pêwîstiya Ukraynayê bi bihêzkirina sîstema asmanî û mûşekî heye, loma bala Amerîkayê li ser van mijaran e.

Kirby diyar kir, Washington pakêteke nû ya sizayan bi ser 120 kesayet û aliyên Rûsî de pesend kiriye û bi hevkariya grûpa heft hewla rêgirtina li gihiştina keresteyên dirustkirina dronan ji Îranê bo Rûsyayê didin.

Ji aliyekî din ve, Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ragihand, Rûsya di nava çar rojan de 70 mûşek û 90 dronên Îranî arasteyî Bendera Odessayê kirine.

Herwiha eşkere kir, bereveniya Ukraynayê hîn jî ewqas bihêz nîne ku bikare asmanê welat bi temamî biparêze.