Parêzerê Kurd ji bo zimanê Kurdî dê ji Stenbolê heta Enqerê bimeşe

Parêzerê Kurd Subhî Ozgen ragihand, ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî, ew ê ji Stenbolê heta Enqerê bimeşe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzerê Kurd Subhî Ozgen ragihand, ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî, ew ê ji Stenbolê heta Enqerê bimeşe.

Subhî Ozgen li ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ya Twitterê peyameke vîdyoyî belav kir.

Ozgen ragihand: “Ji bo balê bikşînim ser daxwazên mafên zimanê Kurdî, ez ê di 24ê Tîrmehê de dest bi meşa ji Stenbolê heta Enqerê bikim.”

Parêzerê Kurd Subhî Ozgen diyar kir: “Ji bo alîkarî û piştgiriyê hûn jî vexwendî ne.”