Li Dêrsimê endamên Komeleya Mafên Mirovan hatin binçavkirin

Diyarbekir (K24) – Li Dêrsîmê dema ku endamên Komeleya Mafên Mirovan xwestin çalakiyekê li dar bixin rastî astengiya hêzên ewlekariyê hatin û di encamê de endam hem rastî tundiyê hatin û hem jî ji aliyên hêzên ewlekariyê ve hatin binçavkirin.

Endamên Komeleya Mafên Mirovan li Dêrsimê ji bo ku biryara Dadgeha Makezagonê ya derbarê xizmên serwindayan de were cîbicîkirin xwestin heta Qada Seyid Riza bimeşin û li vê derê daxuyaniyekê bidin.

Lê hêzên ewlekariyê bi sedema ku ji bo çalakiyê destur nehatiye xwestin girseya ku dixwest bimeşe dorpêç kir û paşê beşdarên çalakiyê hatin girtin.

Di encamê de Hevserokên Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Dêrsimê Gonul Sonbahar û Gurbuz Solmaz hatin binçavkirin û her wiha Kuba Oktay û Huseyîn Yaşar jî hatin binçavkirin.

Beşdarên çalakiyê amaje kirin ku xwenîşandan û daxuyanî mafekî destûrî ye û nabe rê li ber were girtin û armanca çalakiyê jî ew e ku qedexekirina çalakiya dayîkên şemiyê ya Sitenbolê protesto bikin û ew qedexe were rakirin.

Hat ragihandin ku dema binçavkirinê de rojnameger Hidir Yildiz jî rastî tundiyê hatiye û hêzên ewlekariyê rê nedane ku dîmenan bigire.

Her wiha Parêzgeriya Dêrsimê jî bo 1 rojî qedexeya çalakiyan ragihand.