Sekreterê Rêxistina HUDA-PARê yê Edeneyê Sacît Pîşgîn hat kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Êriş li dijî rêxistina Edene ya HUDA-PARê hate kirin û sekreterê rêxistina bajêr Sacîd Pîşgîn hate kuştin.
Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) da xuyakirin, li Edeneyê bi kêran êrîşa li Serok rêxistina bajêr Salih Demîr û sekreterê rêxistinê Sacîd Pîşgîn hate kirin û ew herdu bi giranî birîndar bûne û ji bo nexweşxaneyê hatin rakirin.
Da zanîn jî, Sekreterê Rêxistina Edeneyê Sacît Pîşgin tevî hemû hewldanan jî, canê xwe jidest da.
HUDA-PARê êrişê ev şermezar kir û daxwaza ronîkirineke demildest kir.
Li gor agahiyan, êrişkar ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin, lê derbarî nasnameya wî de ti daxuyanî nehatiye dayîn.
Peyvdarê AK Partî Omer Çelîk û Wezîrê Navxweyê Tirkiyê Alî Yerlîkaya sersaxî bo HUDA-PARê û malbata Sacît Pîşgin xwestin û dan xuyakirin, her êrîşek siyasetê bike armanc qebûl nakin û ew ê bi tundî bersiv bidin.