Halgurd Şêx Necîb: Em kar ji bo vekirina deriyê Kêleşînê ligel Îranê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê dibêje, ew ligel Îranê kar ji bo vekirina deriyê Kêleşînê dikin ku dikeve di nava sînorê navçeya Sîdekanê de. Got jî: “Me di warê rêyan de dest bi projeyê kiriye û ew gihiştiye qonaxeke gelek baş, lê pirsgirêkên ewlekarî li vê deverê hene.”

Şandeke Komara Îslamî ya Îranê îro danê sibê bi serokatiya Parêzgarê Urmiyê Mihemed Sadiq Mutemedyan serdana deriyê sînorî yê Hacî Omeranî kir û ji aliyê Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw û Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb ve pêşwazî lê hate kirin.

Di vê derbarê de Helgurd Şêx Necîb ji K24ê re ragihand, “Di serdana me ya dawî ya parêzger û serperiştyarên îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê ji bo Komara Îslamî ya Îranê de, me li ser 20 xalan li hev kir. Li gorî xaleke rêkeftinê, ji bo şopandina cîbicîkirina xalên rêkeftinê, divê li deriyên sînorî civînên meydanî bên lidarxistin.”

Helgurd Şêx Necîb da zanîn, serdana şanda Îranê bo deriyê sînorî yê Hacî Omeran, bi mebesta gotûbêjkirina cîbicîkirina wan 20 xalan û çareserkirina pirsgirêkên li pêşiya cîbicîkirina wan xalan e.

Diyar kir jî, di hevdîtinê de gotûbêj derbarê pirsgirêk û astengiyên ku li pêş vekirina deriyê sînorî yê Kêleşînê ne hatin kirin û got: “Me di warê rêyan de dest bi projeyê kiriye û gihiştiye qonaxeke gelek baş, lê pirsgirêkên ewlehiyê li vê deverê hene, me ligel şanda mêvan ya Komara Îslamî gotûbêj kirin ku çawa em dikarin vê deverê kontrol bikin.”

Li gorî gotina Halgurd Şêx Necîb, yek ji mijarên civîna îro, serdana heciyên Şîe ji Îranê bo Herêma Kurdistanê û piştre jî bo bajarên Necef û Kerbelayê bû.