Sozeke din a Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya ji bo xelkê Kifrî tê cibicîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Sozeke din a Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ya ji xelkê Kifrî re tê cîbicîkirin û di zûtirîn dem de 5 bîrên avê ji bo bajarê Kifrî tên kolandin.

Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê îro di daxuyaniyekê de ragihand, di çarçoveya cibicîkirina daxwazên xelkê bajarê Kifrî ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve, dê bi 400 milyon dînar dest bi kolandina 5 bîrên avê bê kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Li ser pêşniyara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî Rêveberiya Giştî ya Av û Kanalîzasyonê erkdar kir ku di zûtirîn dem de dest bi kolandina van bîran bike.”

Ev yek di demekê de ye, şandeke Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana bajarê Kifrî kir û li ser rasperde û fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî 3 ambûlans radestî Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Germiyan kirin ji bo nexweşxaneya Şehîd Xalid Germiyanî ya Kifrî bên dayîn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 16ê Tîrmehê peyamek arasteyî xelkê kifrî kir û tê de got: “Welatiyên Kifrî yên hêja, silav û rêza min ji we re heye. Ji daxwazên we agahdar im û gihîştine destê min. Min biryar da ku di demek nêzîk de komîteyek taybet ji nûnerên Dîwana Encûmena Wezîran, Wezareta Navxwe û Îdareya Serbixwe ya Germiyê ava bikim, da ku daxwazên we bişopînin.”

Her wiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Piştrast bin, ew ê di karîna me de be, em ê ji bo xizmeta we bikin û bi ruhekî germ li gel we dibim.”