Serok Barzanî li gel şandeke pilebilind a Hevpeymaniya Niştimanî ya Hesim civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 24ê Tîrmeha 2023an pêşwazî li şandeke pilebilind a Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hesim bi serokatiya Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya Niştimanî ya Hesim Usame Nuceyfî kir.

Di civînê de gotûbêj li ser dawî pêşhat û guhertinên proseya siyasî ya Iraqê, amadekariyên hilbijartinên encûmenên parêzgehan, gef û astengiyên li pêşiya pêkvejiyan, aştî û geşepêdanê hatin kirin.

Herwiha di hevdîtinê de tekezî li ser pêwîstiya rewangehe niştimanî ya hevbeş di navbera aliyên siyasî yên Iraqê de û pabendbûna bi pirensîpên hevbeşiya rasteqîne, hevsengî û lihevkirinê di birêvebirina welat de hate kirin.

Gotûbêjkirina rewşa jiyan û xizmetguzariyên parêzgehên Iraqê û hevahengî û karê hevbeş di navbera aliyan de, mijarên din ên civînê bûn.