Tîma dîplomatkarên nûnertiya Danîmarkê Iraq bi cih hiştin

Berdevkê Wezareta Derve yê Iraqê ragihand, tîma dîplomatkarên nûnertiya Danîmarkayê Iraq bi cih hiştine.
Ala Danîmarkê
Ala Danîmarkê

Hewlêr (K24) – Berdevkê Wezareta Derve yê Iraqê ragihand, tîma dîplomatkarên nûnertiya Danîmarkayê Iraq bi cih hiştine.

Îro Duşemê 24ê Tîrmeha 2023an, Berdevkê Wezareta Derve yê Iraqê Ehmed Sehaf ji ajansa nûçeyan a Iraqî re ragihand, du roj in tîma dîplomatkarên nûnertiya Danîmarkayê Iraq bi cih hiştine.

Ev di demekê de ye ku roja Şemiyê 22ê Tîrmeha 2023an, Ehmed Sehaf di daxuyaniyekê de diyar kiribû: “Em bêrêzîkirina li Qurana Pîroz û ala Iraqê li ber Balyozxaneya Iraqê ya li welatê Danîmarkê, bi tundî şermezar dikin.”

Ehmed Sehaf ragihandibû: “Em lêkolînê li ser pêşhateyên vê bûyera kirêt dikin û bi ti awayî naçe çarçoveya mafê azadiya fikr û xwepêşandanê, loma ev kar karvedanên tund li pey xwe tînin.”

Sehaf destnîşan kiribû: “Em daxwazê ji civaka navdewletî dikin bilez û bi awayekî berpirs li hember van kiryarên dirindane rawestin, ku aştiya civakî û pêkvejiyanê li seranserê cîhanê binpê dikin.”

Roja Pêncşemê 20ê Tîrmeha 2023an, endamên grûpeke dijî Îslamê û netewî ya tundrew li Danîmarkê bi navê Danske Patrioter (Niştimanperwerên Danîmarkî) li ber Balyozxaneya Iraqê ya li Kopenhagê, Qurana Pîroz şewitandin.

Endamên wê grûpê ku dirûşmên li dijî Îslamê gotin û pankartên li dijî Îslamê bilind kirin, ala Iraqê û Qurana Pîroz avêtin erdê û bi lingan ketin serê.

Piştre endamên grûpê Qurana Pîroz şewitandin û gotin ku ew bi mebesta protestokirina êrîşa ser Balyozxaneya Swêdê ya li Iraqê vî karî dikin.