Li Danîmarkê careke din Qurana Pîroz hat şewitandin

Îro careke din çend kesan li ber Balyozxaneya Iraqê ya li Danîmarkê, çapeke Qurana Pîroz şewitandin û bêrêzî li ala Iraqê kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî dubarekirina şewitandina çapeke Qurana Pîroz li ber avahiya Balyozxaneya Iraqê ya li Danîmarkê, Wezareta Derve ya Iraqê bi tundî vî karî şermezar dike û daxwazê ji welatên Yekîtiya Ewropayê dike bilez rê li ber bêrêzîkirina li ber avahiyên balyozxaneyên Iraqê yên li welatên Ewropayê bikin.

Îro Duşemê 24ê Tîrmeha 2023an, çend kesan li ber Balyozxaneya Iraqê ya li Danîmarkê, çapeke Qurana Pîroz şewitandin û bêrêzî li ala Iraqê kirin, ku di nava pênc rojên borî de cara duyem e li Danîmarkê ev yek tê kirin.

Wezareta Derve ya Iraqê şewitandina çapeke Qurana Pîroz bi tundî şermezar kir û tekezî li ser wê yekê kir ku ev cûre kiryar tundrewî û rik û kînê zêde dikin û dibin gef li ser pêkvejiyana aştiyane ya civakan.

Herwiha daxwaz dike ku bi biryareke navdewletî ev cûre kiryar werin qedexekirin û rêz li sembolên olî û pirtûkên proz were girtin.

Îro Berdevkê Wezareta Derve yê Iraqê Ehmed Sehaf ji ajansa nûçeyan a Iraqî re ragihand, du roj in tîma dîplomatkarên nûnertiya Danîmarkê Iraq bi cih hiştine.

Ev di demekê de ye ku roja Şemiyê 22ê Tîrmeha 2023an, Ehmed Sehaf di daxuyaniyekê de diyar kiribû: “Em bêrêzîkirina li Qurana Pîroz û ala Iraqê li ber Balyozxaneya Iraqê ya li welatê Danîmarkê, bi tundî şermezar dikin.”

Roja Pêncşemê 20ê Tîrmeha 2023an, endamên grûpeke dijî Îslamê û netewî ya tundrew li Danîmarkê bi navê Danske Patrioter (Niştimanperwerên Danîmarkî) li ber Balyozxaneya Iraqê ya li Kopenhagê, Qurana Pîroz şewitandin.

Endamên wê grûpê ku dirûşmên li dijî Îslamê gotin û pankartên li dijî Îslamê bilind kirin, ala Iraqê û Qurana Pîroz avêtin erdê û bi lingan ketin serê.

Piştre endamên grûpê Qurana Pîroz şewitandin û gotin ku ew bi mebesta protestokirina êrîşa ser Balyozxaneya Swêdê ya li Iraqê vî karî dikin.