Bayram Bozyel: Paymana Lozanê wekî 100 sal berê nikare bê meşandin

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel got; li gorî sed sal berê Kurd îro di qonaxeke pêşvetir de ne û Herêma Kurdistanê di qada navdewletî de xwedî statuyeke fermî ye.
Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel
Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel

Diyarbekir (K24) - Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel got; li gorî sed sal berê Kurd îro di qonaxeke pêşvetir de ne û Herêma Kurdistanê di qada navdewletî de xwedî statuyeke fermî ye, ev gelek mihûm e, li pêşiya Kurdên Rojava fersendên dîrokî hene.

Serokê Giştî yê PSK Bayram Bozyel, di çalakiyên 100 saliya Peymana Lozanê de ji Kurdistan24ê re got; rewşa Kurdan ji 100 sal berê baştir e lê belê divê Kurd vê sedsala nû baş bixwînin, eger wisa bikin dê ev sedsala li pêşiya Kurdan ji sedsala borî ronîtir be.

Bayram Bozyel da zanîn ku di hevpeymana Sewrê de maf didin Kurdan lê belê dûvre Kurd hatin piştgûhkirin û tu kes li Kurdan xwedî derneketin.

Bozyel dibêje: “Îro ew hêzên mezin jî têdigihin ku nebûna dewleteke Kurdan dibe sedema alozî û nearamiya navçeyê û ev yek ji bo Amerîka û Ewrûpa jî. Ji ber vê yekê helwesta wan ya ji beriya 100 salan wê demê cûda bû îro cûda ye.”

Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel çalakî û xebatên Kurdan yên di dîplomasiya cîhanê de bi berz dinirxîne û dibêje; “Kurd di warê dîplomasiyê de gelek pêşketine. Îro Herêma Kurdistanê di qada navdewletî de wekî dewlet tê pêşwazîrkirin. Di korbendan de serokên Kurdan nûnertiya Kurdan dikin.  Lê divê Kurd bi israr van hemû derfetan ji bo vê sedsaliyê li pêşiya me bi kar bînin.”