Erdogan: Em dixwazin derbarê endamtiya Yekîtiya Ewropayê de pêşketin çêbibin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand: “Em dixwazin di mijara zîndîkirina pêvajoya endamtiya Yekitiya Ewropayê de pêşketin çêbibin.”

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand: “Em dixwazin di mijara zîndîkirina pêvajoya endamtiya Yekitiya Ewropayê de pêşketin çêbibin.”

Îro Duşemê 24ê Tîrmeha 2023an, Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan civiya û mijara sereke rewşa aborî û rûbirûbûna enflasyonê bû. Civînê 3 demjimêr û 20 deqîqeyan berdewam kir.

Erdogan piştî civînê derbarê biryarên kabîneyê de konferanseke rojnamevaniyê pêk anî. Serokomarê Tirkiyê derbarê endamtiya Swedê ya NATOyê de got: “Parlamentoya Tirkiyê dê derbarê endamtiya Swêdê de biryarê bide. Me hişyariyên pêwîst dane Swêdê. Dema parlamento vebe, dê ji bo qebûlkirina endamtiyê tiştê pêwîst werin kirin.”

Recep Tayyip Erdogan behsa pirsgirêka Qibrisê jî kir û got: “Li Qibrisê ji bo aştiyeke dadmend û mayînde çi bikeve ser milê me, em amade ne bikin.”

Erdogan diyar dike, zirara erdhejên 6ê Sibata 2023ê yên Mereşê 104 milyar dolar e û bang li welatiyên Tirkiyê kir, ku pereyên xwe yên li malê bixin bazarê û veberhênanê bikin. Erdogan got, armanca wan ew e; Tirkiyê bi berhemanîn û dabînkirina derfetên kar mezin bikin.

Herwiha bal kişande ser bilindbûna enflasyonê û got: "Em ê pirsgirêka enflasyonê û aboriyê çareser bikin. Me ji bo nehiştina mexdûriyeta mûçexuran li hember enflasyona bilind gelek xebat kirine."

Erdogan behsa pêvajoya endamtiya Yekîtiya Ewropayê jî kir û got: “Em dixwazin di mijarên zîndîkirina pêvajoya endamtiya Yekitiya Ewropayê, nûjenkirina Peymana Yekitiya Gumrikê, bo welatiyên me serbestberdana vîzeyê de pêşketin çêbibin. Ev pêngav dê di berjewendiyên welatê me û Yekîtiya Ewropayê de be û em ê di demeke nêzîk de encamên erênî yên van hewlan bibînin.”