Li Edeneyê erdhejek bi hêza 4 pileyan rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Edeneyê yê başûrê Tirkiyê erdhejek bi hêza 5.5 pile li gorî pîvera Rîchterê rû da.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, îro danê sibê demjimêr 08:44 li bajarê Edenê erdhejek bi hêza 5.5 rû da.

Da zanîn, navenda erdhejê navçeya Kozan a Edeneyê bû, 11.27 kîlometre di bin erdê de rû daye.
Hat zanîn ku erdhej li Osmaniye û Dîlokê jî hatiye hîskirin.

Heta niha AFAD û hikûmeta Tirkiyê derbarê ziyanên erdhejê de ti agahî nedane.