Li Edeneyê 3 erdhejên din rû dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Kozan a Edeneyê, piştî erdheja bi hêza 5.5 a vê sibehê, 3 erdhejên din pêk hatin.

Piştî erdheja ku bi hêza 5.5 li navçeya Kozan a Edeneyê di demjimêr 08.44’an de rû daye, 3 erdhejên din ên bi hêza 3.5, 3.9 û 4.4 rû dan.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) (AFAD) diyar kir, erdheja yeke di demjimêr 10.33an de bi hêza 3.5, erdheja duyemîn di demjimêr 10.48an de bi 3.9, ya sêyemîn jî di demjimêr 10.57an de bi hêza 4.4 pileyan rû dan.

Diyar kir jî, erdheja yekem bi kûrahiya 9.06 kîlometran rû daye û eger heye erdhej li navçeyê berdewam bikin.