Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Kardînal Luîs Sako kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Patriyarkê Dêra Kildanî ya li Iraq û cîhanê Kardînal Luîs Sako kir.

Di hevdîtinê de li ser vekişandina biryarnameya Serokomarê Iraqê ya li ser Dêra Kildanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku giring e Iraq bi Herêma Kurdistanê ve weke çadirekê ji bo komkirina hemû pêkhateyên olî û netewî bimînin. Hêvî xwast ku Serokomarê Iraqa Federal di zûtirîn dem de pirsgirêkan çareser bike

Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir ku pêkvejiyan û hevqebûlkirin li Iraqê, bawerî û perensîp e û ciwaniya Iraqê di wê de ye, welatê hemû pêkhatan be û mafên hemû pêkhatan parastî be.

Ji aliyê xwe ve kardînal Sako spasî û pêzanîna xwe ji bo piştevaniya Nêçîrvan Barzanî nîşan da û dubare kir ku Herêma Kurdistanê warê pêkvejiyan û hevpejirandinê ye û şanaziyê bi wê yekê dikin. Ameje bi wê kir jî: Ew kêşe ti carî rê li kar û erkên wî nagire û dê berdewam be li ser parastina Îraqê û pêkvejiyanê

Rewşa deşta Neynewayê û çend mijarên din ên girêdayî rewşa dêrê û Kirîstiyanan bi giştî, aliyekî din ê civînê bû ku Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bû.