Li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civînek di roja rûbirûbûna xeniqîna di nav avê de birêve çû

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, li ser raspardeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civînek di roja cîhanî ya rûbirûbûna xeniqîna di avê de birêve çû.

Hewlêr (K24) – Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, li ser raspardeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civînek di roja cîhanî ya rûbirûbûna xeniqîna di avê de birêve çû, ku tê de saziyên pêwendîdar hatin raspartin ji bo lêkolîna sedemên zêdebûna xeniqînê di çem û cihên geştyariyê de.

Îro Sêşemê 25ê Tîrmeha 2023an, Ragihandina Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir, li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi serperiştiya Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û bi beşdariya aliyên din ên pêwendîdar, civînek di roja cîhanî ya rûbirûbûna xeniqîna di avê de hat pêkanîn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, armanca vê civînê gotûbêjkirina amarên xeniqînê di sala 2022an û şeş mehên yekem ên 2023an de li Herêma Kurdistanê bû.

Li gor daxuyaniyê, saziyên pêwendîdar hatiye raspartin ku lêkolînê li ser sedemên xeniqînê bikin û tabloyên agahdarkirinê bi zanyariyê hûrgilî li cihên geştyariyê yên avî û rûbar û gol û çeman werin danîn ji bo hişyarkirina geştyar û welatiyan ji metirsiyên soberiya li wan deran.