Cebar Yawer: Amerîka bi berdewamî alîkariya leşkerî pêşkêşî Hêzên Pêşmerge kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê berê yê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, Amerîka ji sala 2003an ve bi berdewamî alîkariyên leşkerî pêşkêşî Hêzên Pêşmerge kiriye, ku di dema şerê li dijî DAIŞê de zêdetir bûye. Destnîşan kir jî, “Ne diyar e ka Iraq razî bibe ku Amerîka sîstema berevaniya asmanî bide Hêzên Pêşmerge yan na.”

Pisporê leşkerî û sekreterê berê yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer li ser dabînkirina sîstema berevaniya asmanî bo Hêzên Pêşmerge; got: “Ev sîstem bo hêzên pêşmerge giring e. Lê ev mijar hîna di navbera Wezareta Derve û Wezareta Berevaniyê de tê nîqaşkirin. Piştî ku bûdceya Amerîka were nîqaşkirin, ev mijar dê were pejirandin û çawaniya şandina wê dê were nîqaşkirin.”

Cebar Yawer got: “Du pirs hene derbarê dabînkirina sîstema berevaniya asmanî ji hêzên Iraqî re. Ya yekem, divê bê diyarkirin ku Amerîka dê wê sîstemê wek alîkariya leşkerî bide hêzên Iraqî ku hêzên Pêşmerge jî di nava wê de, yan dê bifiroşe. Ya duyemîn jî, gelo Iraq razî dibe ku Amerîka sîstema berevaniya asmanî bide hêzên Pêşmerge yan na?”

Herwiha destnîşan kir, “Iraq bi xwe ne xwedî sîstemeke çavdêriya asmanî ye û ne jî sîstemeke wê ya çekên dijî firokeyan heye. Iraq bi xwe di vî warî de kêmasiyên wê hene û niha ew hewl dide çavdêriya xwe ya asmanî nû bike.”

Cebar Yawer da zanîn: “Amerîka her alîkariyek leşkerî bo Hêzên Pêşmerge, bi yekgirtin û çaksaziya Hêzên Pêşmerge ve girê daye. Di rojên derbasbûyî de du şandên pilebilind ên hêzên Amerîkayê bi vê mebestê serdana Herêma Kurdistanê kirin. "Ev mijar hemû dê rola wan hebe ku Amerîka sîstemên berevaniya asmanî ji Hêzên Pêşmerge re peyda bike."

Herwiha diyar kir: “Amerîka ji sala 2003an ve bi berdewamî alîkariya leşkerî pêşkêşî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kiriye û hevahengî di navbera her du Wezareta Berevaniyê û Wezareta Pêşmerge de heye.”

Amaje bi wê jî da, di berdewamiya şerê li dijî DAIŞê de, Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serkirdayetiya Amerîka alîkariyên leşkerî bo Hêzên Pêşmerge di gihandina çek, cebilxane û rahênankirina Hêzên Pêşmerge de, pêşkêşî kirine.