Seroka Fraksiyona PDKê: Me hemû erk û berpirsyariyên xwe li hember hikûmeta Iraqê cîbicî kirine

"Ti bihaneyek ji bo neşandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Federal ve nemaye."

Hewlêr (K24) – Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erk û berpirsyariyên xwe li hember Hikûmeta Iraqê cîbicî kirine, ku di yasaya budceyê de hatine diyarkirin û ti bihaneyek ji bo neşandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Federal ve nemaye.

Îro Çarşemê 26ê Tîrmeha 2023an, Seroka Fraksiyona PDKê ya li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî ji Kurdistan24ê re diyar kir, heta îro rênimayên Wezareta Darayî li ser cîbicîkirina yasaya budceya giştî ya federal ji bo salên 2023, 2024 û 2025an nehatine derkirin, hevahengî di navbera Wezareta Darayî û aliyên pêwendîdar de ji bo vê mebestê tune ye.

Li ser encama serdanên borî yên Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê, Viyan Sebrî diyar kir, encamên baş ên serdanan hebûn û hemû wan erk û berpirsyariyên di yasaya budceyê de li ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine diyarkirin, Hikûmeta Herêmê cîbicî kirine. Her wiha eşkere dike, heta beriya pesendkirina yasaya budceyê jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû dahatên petrol û derveyî petrolê bi awayekî şefaf ji bo Hikûmeta Iraqê eşkere kiriye, loma ti berpirsyariyek li ser milê Hikûmeta Herêmê nemaye.

Seroka Fraksiyona PDKê ya li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî tekez dike, petrola Herêma Kurdistanê hinardeyî derve were kirin an neyê kirin, di yasaya budceyê de Hikûmeta Iraqê hatiye pêgîrkirin bi şandina mehane ji sedî 12.67ê para Herêma Kurdistanê ji budceyê û dibêje, Hikûmeta Iraqê berpirsyariya hinardekirina petrola Herêmê hildigre, hinardeyî derve bike an ji bo karûbarên navxwe bi kar bîne.