Partiyên Kurdistanî yên li derve: Bi navê konferansa sed saliya Lozanê tenê sivikatîkirina li dîroka Kurdan bû

Hewlêr (K24) – Çend roj berê di sed saliya Peymana Lozanê de li welatê Swîsreyê ji aliyê PKK û çend aliyên din ve konferansek hat rêkxistin, partiyên Kurdistanî yên li derve daxuyaniyek belav kirin û radigihînin, ew konferans tenê sivikatîkirina li dîroka sed saliya xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê bûye.

Çend partiyên siyasî yên Kurdî ku hejmara wan 10 partî ye, roja 25ê Tîrmeha 2023an, daxuyaniyek belav kirin û tê de ragihandin, cihê nîgeraniyeke mezin e ku di rojên 22 heta 24ê Tîrmeha 2023an, bi navê Konferansa Sed Saliya Peymana Lozanê li welatê Swîsreyê ku ji aliyê PKK û çend aliyên din ve hatibû rêkxistin, tenê sivikatîkirina li dîroka sed saliya xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê bûye.

Her wiha wan partiyên siyasî yên Kurdî ragihandine, daliqandin û nîşandana çar alayên cûr bi cûr li hola civînê û binavkirina gelên Kurdistanê li şûna gelê Kurdistanê û danîna alayan ji bo her beşeke Kurdistanê, ajendayeke nenas û bi guman a çend kes û aliyan e, ku tenê mebesta wan jihevqetandin û çespandina parçebûna Kurdistanê ye û her wiha derzxistina nava rêzên gelê Kurdistanê ye.

Di daxuyaniya partiyên siyasî yên Kurdî de hatiye diyarkirin: “Ew daxuyaniya ku çend kes û aliyan di dawiya konferansê de derxistin, berdewamkirin û qebûlkirina wê peymanê ye ku zilmeke mezin li neteweya me kir”. Her wiha dibêje: “Ev tiştê ku ku wan kir, bêrêzîkirina li xwîna şehîdan û gel û ala û axa Kurdistanê ye.”

Partiyên siyasî yên Kurdistanê yên derve di daxuyaniya xwe de balê dikşînin ser wê yekê ku çend aliyan beriya niha bi hîsab xebat kirine û qurbanî dane û beşek in ji hikumraniya Kurdistanê û xwe wek niştimanperwer dibînin, lê ev dabeşkirin û bêrêzîkirina li Ala Kurdistanê û Pêşmerge qebûl kirine û helwest nîşan nedane.

Daxuyaniyê destnîşan kiriye ku Kurd gelekî dabeşkirî û zilmlêkirî ye û divê hemû alî kar ji bo wê yekê bikin ku bingeh û nirx û ala me ya hevbeş hebe. Her wiha dibêje, Pêşmerge û ala û xak sembola yekbûn û mayînê ne û parastina wan erk e.

Her wiha tekez kiriye ku Pêşmerge li jêr Ala Kurdistanê kariye li dijî DAIŞê ku rêxistina herî dirinde ya terorîst a cîhanê bû, bi awayekî qehremane şer bike û berevaniyê li mirovahiyê bike. Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, xaka Kurdistanê penageha aram a hemû Kurdistaniyên parçeyên Kurdistanê bûye, ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve alîkarî hatine kirin.

Partiyên siyasî yên Kurdistanê yên derve ku ji van partiyan pêk tên; Partiya Demokrat a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê – Bakur, Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S), Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê, Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Şepêla Paşeroja Kurd li Sûriyê, Partiya Serxwebûnê ya Kurdistanê, Partiya Yekîtiya Kurdistana Sûriyê li Ewropayê radigihîn, parastina vê ezmûna Kurdistanê û hêma û nirxên wê, erkekî netewî û exlaqî yê hemû Kurdan e, ji ber vê yekê "em wek partiyên Kurdistanî yên derve êdî vê bêrêziya li xwîna şehîdan û Ala Kurdistanê qebûl nakin û van cûre reftaran şermezar dikin".