Derbeya leşkerî li Nîjerê.. Washington jî banga azadkirina Serokê wî welatî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Nîjerê komek ji leşkeran bi riya televizyona neteweyî ragihand, wan Serokê Nîjerê Mihemed Bazoum ji kar dûrxistine, sînor girtine û qedexeya derketina derve ji îşev ve ragihandine. Ji aliyê xwe ve jî, Washingtonê banga serbestberdana Serokê Nîjerê kir.

Raîd Amadou Ebdulrehman ligel 9 leşkerên din derket û ragihand, “Em hêzên berevanî û ewlekarî, ku di Encumena Niştimanî ya Parastina Welat de ne, me biryar da ku dawî li rejîmê bînin.”

Herwiha got: “Ev yek piştî berdewamiya têkçûna rewşa ewlekarî û xirab birêvebirina rewşa aborî û civakî tê.”

Raîd Amadou Ebdulrehman “pabendbûna” Encûmenê bi “rêzgirtina li hemî erkên ku ji aliyê Nîjerê ve hatine dayîn” piştrast kir, herwiha “civaka niştimanî û navdewletî derbarê rêzgirtina selametiya canî û exlaqî ya rayedarên daxistî de li gorî prensîpên mafên mirovan” piştrast kir.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken got, Washington daxwaza serbestberdana demildest a Serokê Nîjerê dike û bang li welatiyên Amerîkî kir ku xwe ji herêmên aloz ên li Nîjerê dûr bixin.

Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de piştrast kir, Blinken roja Çarşemê, bi Serokê Nîjerê Mihemed Bazoum re axifî û piştrast kir ku Amerîka piştgirîya wî demokrasîya li Nîjerê heye dike.

Ji aliyekî din ve, Serokê Komîsyona Afrîqayê Mûsa Fekî got: “Ez ji hewldana têkbirina îstiqrara saziyên demokratîk û komarparêz ên li Nîjerê hatim agahdarkirin. Tiştê ku li Nîjerê diqewime, tê wateya hewldana derbeyê, ku em wê şermezar dikin.”

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgietî, Stephen Dujarric got, Sekreterê Giştî bi tundî her hewildanek ji bo bidestxistina desthilatê bi zorê û têkdana rêveberiya demokratîk, aştî û aramiya li Nîjerê şermezar dike û bang li hemî aliyên peywendîdar dike ku xwe ragirin û sîstema destûrî biparêzin.”

Nîjer welatekî Afrîkî ye, ji dema serxwebûna ji Fransa ve di 1960 de, çar derbe û çend hewildanên din ji bo bidestxistina desthilatê lê rû dane.

Serokê Nîjerê Mihemed Bazoum