Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxiyê li Serokê Îmaratê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nameyeke sersaxiyê arasteyî Serokê Îmarata Erebî Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan re kir, ji ber koça dawî ya birayê wî, Şêx Seîd Bin Zayid Al Nehyan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro di tweetekê de, pirse û sersaxî li Serokê Îmarata Erebî Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan re kir û hevxemiya xwe nîşan da, ji ber koça dawî ya birayê wî, Şêx Seîd Bin Zayid Al Nehyan.

Şêx Seîd Bin Zayid Al Nehyan ku birayê Serokê Îmaratê û Nûnerê Hakimê Ebu Dhabî ye, şeva borî koça dawiyê kiribû.

Serokê Îmarata Erebî Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan jî ji ber koça dawiyê ya birayê xwe, 3 roj şîn li Îmaratê ragihand.