Yekemîn rûniştina doza kuştina 5 welatiyên Duhokê li Mêrdînê birêve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekemîn rûniştina êrîşa ku di meha Çileya borî de li Mêrdînê hatiye kirin û tê de 5 welatiyên Herêma Kurdistanê hatibûn kuştin, îro li 4. Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê birêve diçe.

Roja 19.1.2023an, 5 welatiyên Duhokê ku ji bo çareseriya bijîşkî çûne Bakurê Kurdistanê û li nêzîkî bajarê Nisebînê ji aliyê çend çekdaran ve hatin kuştin û ku piraniya wan kesên temen mezin bûn.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatibû destpêkirin, meha borî temam bûbû, îro li 4. Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê yekem rûniştina vê dozê birêve diçe.

Li gorî zanyariyên peyamnêrê me, di îdianameyê de ji bergumanên sereke cezayê girtina hetahetayê tê xwastin û ji bergumanekî re cezaya 11 salan heta 18 salan cezayê hepsê û ji bo bergumana çarem jî, ji 8 heta 11 salan cezaya girtinê tê xwastin.

Herbî Celaleddîn ku yek xizmên qurbaniyan e ji K24ê re ragihand, ew ê ligel parêzerên xwe beşdarî rûniştina dozê bibin û ew dixwazin dadgeh hemû aliyên bûyerê zelal bike û tawanbaran di asta herî bilind de ceza bike.