Li Şamê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Ji ber teqînekê li navçeya Seyîde Zeyneb a li nêzîkî Şamê, 5 welatiyan canê xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber teqînekê li navçeya Seyîde Zeyneb a li nêzîkî Şamê, 5 welatiyan canê xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn.

Roja Pêncşemê 27ê Tîrmeha 2023an, ajansa nûçeyan a Sûriyê SANA ragihand, di encama teqîna otomobîleke bombebarkirî de li nêzîkî baregeheke serbazî ya grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê, li navçeya Seyîde Zeyneb a li Şamê, kuştî û birîndar hene.

Li gor amarên Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê, di bûyerê de 5 welatiyan canê xwe ji dest dane û 26 kes jî birîndar bûne, ku hejmarek ji wan zarok in.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan ragihand, ev teqîn di dema zindîkirina bîranîna Aşûrayê de rûdaye.