Rûsya: Rêgirî li êrîşa droneke Ukraynayê bo ser Moskowê hat kirin

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, rêgirî li êrîşa droneke Ukraynayê bo ser bajarê Moskowê hatiye kirin.
Moskow
Moskow

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, rêgirî li êrîşa droneke Ukraynayê bo ser bajarê Moskowê hatiye kirin.

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê de hatiye diyarkirin: “Vê sibê Ukraynayê hewl da bi firokeya bêfirokevan êrîş bike ser bajarê Moskowê, lê belê rêgirî li wê êrîşê hat kirin.”

Hat ragihandin ku firokeya bêfirokevan bi rêya sîstema berevaniya asmanî ve hatiye têkbirin û hewla êrîşê ti ziyaneke giyanî û maddî dernexistiye holê.

Serokê Şaredariya Moskowê jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kiriye: “Dijmin hewl da bi rêya firokeya bêfirokevan ve êrîş bike, lê belê ji aliyê hêzên Wezareta Berevaniyê ve rêgirî lê hat kirin û ti ziyanek derneket holê.”

Beriya niha jî di 24ê Tîrmehê de Rûsyayê ragihandibû, Ukrayna bi du firokeyên bêfirokevan êrîş kire ser Moskowa paytext, lê belê ti ziyanên giyanî derneket holê