Polîsê Swêdê rê da kesekî ku Tewratê li ber Balyozxaneya Îsraîlê bişewitîne

Rêkxerê xwepêşandanê dibêje, niyeta wî heye Tewratê li ber Balyozxaneya Îsraîlê ya li Stockholmê bişewitînin û çar kes di xwepêşandanê de beşdar dibin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Televîzyona SVT ya Swêdê ragihand, Polîsê Stocklomê rê da encamdana xwepêşandanekê, ku îro Înê 28ê Tîrmeha 2023an, çapeke pirtûka Tewratê li ber Balyozxaneya Îsraîlê bişewitîne.

Rêkxerê xwepêşandanê dibêje, niyeta wî heye Tewratê li ber Balyozxaneya Îsraîlê ya li Stockholmê bişewitînin û çar kes di xwepêşandanê de beşdar dibin.

Li gor zanyariyên medyaya Swêdê, polîs daxwaza kesekî gotûbêj dikin ku dixwaze çapeke Qurana Pîroz li ber Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê ya li Stockholmê bişewitîne.

Her wiha zilamekî temen 50 salî jî dixwaze çapeke Încîlê bişewitîne, ji bilî wan, jineke temen 30 salî jî daxwazek pêşkêş kiriye û dixwaze li ber Balyozxaneya Îranê xwepêşandanekê bike û çapeke Qurana Pîroz û ala Îranê bişewitîne.

Roja 28ê Hezîranê, Iraqiyê bi navê Selwan Momîka di yekem roja Cejna Qurbanê de li ber mizgeftekê li Stockholma paytexta Swedê, Qurana pîroz şewitand.

Selwan Momîka di 6ê Sibata îsal de ji desthilatdarên Swêdê daxwaz kiriye ku rê bidin Quranê bişewitîne, lê belê wê demê ji ber tirsa derketina kêşeyên ewlehiyê, daxwaza wî hatiye redkirin, piştre li Dadgeha Îdarî doz vekiriye û li wir rizamendî li ser encamdana wî karî wergirtiye.

Roja Pêncşemê 20ê Tîrmeha 2023an jî, endamên grûpeke dijî Îslamê û netewî ya tundrew li Danîmarkê bi navê Danske Patrioter (Niştimanperwerên Danîmarkî) li ber Balyozxaneya Iraqê ya li Kopenhagê, Qurana Pîroz şewitandin.

Endamên wê grûpê ku dirûşmên li dijî Îslamê gotin û pankartên li dijî Îslamê bilind kirin, ala Iraqê û Qurana Pîroz avêtin erdê û bi lingan ketin serê.

Piştre endamên grûpê Qurana Pîroz şewitandin û gotin ku ew bi mebesta protestokirina êrîşa ser Balyozxaneya Swêdê ya li Iraqê vî karî dikin.