Li Tirkiye û Bakur ji ber qeyrana aboriyê xwepêşandanên karker û karmendan zêde dibin

Xebatkarên Kompanya Hilberîn û Belvakirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ku li bajarên Bakur kar dike, ev 2 hefte ye ku dest bi çalakiyan kirine û daxwaza başkirina mafên kakirinê dikin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di vê serdemê de ji aliyekî ve sendîqayên karker û karmendan bi rayedarên hikumetê re, hevdîtinên giştî yên ji bo mafên karker û karmendan dikin. Ji aliyê din de, hem karmend û karkerên ku li saziyên fermî kar dikin, hem jî yên ku di kompanyayên taybet de kar dikin, ji bo başkirina şertên karkirinê xwepêşandan û çalakiyên xwe zêde kirine.

Xebatkarên Kompanya Hilberîn û Belvakirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ku li bajarên Bakur kar dike, ev 2 hefte ye ku dest bi çalakiyan kirine û daxwaza başkirina mafên kakirinê dikin.

Li gor agahiyên ku xwepêşandan ragihandine, DEDAŞê ji ber ku beşdarî di çalakiyan de kirine heta niha 300 karmend û karker ji kar derxistiye. Xebatkar jî dixwazin hem hevkarên wan vegerin, hem jî mafên wan bên dabînkirin.

Karmendê DEDAŞê Mesûd Kose ku ji ber xwepêşandanan ji kar hatiye derxistin, ji K24ê re diyar kir: “Ji sala 2016’an ve ez li DEDAŞê kar dikim. Rapora min a Xwedî Pêwistiyên Taybet heye û min bi wê raporê dest bi kar kiribû. Heta niha çi ji min hat xwestin min kir, lê ji ber ku bi mûçe û pareyên ku didin êdî debara me nedihat kirin û me dest bi çalakiyan kir. Roja me dest bi çalakiyan kir ez jî ji kar derxistim. Me 3 hezar karmend biryar daye. Heta ku ew hevalên me yên ji kar hatine derxistin venegerin û daxwazên me neyên bicîhkirin jî emê çalakiyên xwe bidomînin.”

Parlamenterên Diyarbekirê yên ji partiyên opozisyonê jî, hem li ciyên çalakiyan serdana xwepêşandaran dikin, hem jî ji bo çareseriya qeyrana aborî û mafên karmendan pêşnûmayan didin parlamentoya Tirkiyê.

Parlamenterê CHPê yê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikulu ji K24ê re diyar kir: “Em parlementer, hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan in û berpirsyariya me ye ku em li karker û karmendan û li mafên wan xwedî derbikevin. Lê DEDAŞê ji ber ku hefteya borî tasekî av daye min, karmendekî ji kar derxistiye. Karker û karmend mafên xwe yên rewa dixwazin. Lê DEDAŞ hem li welatiyan, hem li karsazan, hem jî li karker û karmendan zilm dike û divê rayedar piştgriya vê zilmê nekin.”

Konferasyonên sendîqayên Kaker û Karmendan yên wek DÎSK û KESK jî, ji bo di hevîdîtinên diyarkirina moçe û mafên karker û karmendan yên îsal de mafên karkinê bên başkirin, bi daxwazên xwe çalaki û xwepêşandanan lidar dixin.

Sekreterê Sendîkaya Kedkarên Tendirustiyê yê Diyarbekirê Umît Umdu ji K24ê re diyar kir: “Yanî daxwaz û armanca me ya mezin em dibêjin, ev xwedana me hêj sar nebuyî heqê me karkeran bên dayîn. Ew heq jî ne yê me tenê ye, yê zarok û mala me ye. Em xwediyê xwedana karmendane û daxwaza me jî rojek zûtir dayîna heqê karkeran e.”

Bi zêdebûna bacan û bihayan li bazaran, debar her roj li Bakur û Tirkiyê girantir û zehmettir dibe. Sendîqa û rêxistinên ku karker û karmend bi serve ne jî ji bo mafên karker û karmendan dest bi çalakiyên berfireh kirine.