Pirtûkeke nû li ser jiyan û berhemên Evdirehîm Zapsu hat weşandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Pirtûka bi navê “Abdurrahim Rahmi Zapsu - Çok Yönlü Bir Tanıklığın Öyküsü” (Çîroka şahidîyeke piralî) ji hêla nivîskar û lêkolîner Necat Zivingî ve bi zimanê tirkî hat nivîsîn. Hemî helbestên Hekarî yên Kurdî jî ligel wergera tirkî di pirtûkê de cih girtin.

Zapsu di wêjeya Kurdî de wek Evdirehîm Rehmî Hekarî tê naskirin û amadekarê yekem şanoya Kurdî û mufredata perwerdehîya Kurdî ye.

Nivîskar Necat Zivingî di pirtûka nû de helbestên resen ên Evdirehîm Zapsu ji destê yekem werdigre û di pirtûkê de cih dide wan.

Bi vê berhemê yekem car arşîva Evdirehîm Zapsu bi hevkarîya malbata Zapsu hat lêkolînkirin û pirtûkek derket holê.

Evdirehîm Rehmî Hekarî yek ji hîmên wêjeya Kurdî ye. Pira navbera klasîk û modernîteyê ye. Helbesta xwe li derdora hizr û hezkirina welat honandîye.

Di pirtûkê de helbestên ku heta niha nehatine belavkirin ên Zapsu yê yek ji pêşengên edebiyata Kurdî ya nûjen e cîh digirin. Bi vê berhemê tê zanîn ku 121 berhemên Zapsû hene û ligel vê ji zêdeyî 150 helbestên Kurdî û Tirkî nivîsîne.

Li gor agahiyên di pirtûkê de cîh digirin, Zapsu yê ku yekem şano ya Kurdî nivîsiye di serdema dawî ya Osmaniyan de yekem mufredata perwerdehî ya Kurdî amade kiriye. Ji bo vê yekê jî li ser dîrok, tenduristî, erdnîgarî, bîrkarî-matematîk û gramera Kurdî gelek berhem amade kirine da ku zarokên Kurd bi zimanê dayika xwe perwerde bibin.

Ligel behskirina berhem û xebatên li ser çand, ziman û hunera Kurdî behsa bîranînên Zapsu jî tê kirin ku bi van agahiyan rûdanên zemanê berê yên li eniya rojhilat dema şerê yekem a cîhanê ronîtir dibe.

Pirtûka ku ji 400 rûpelan pêk tê ji aliyê Weşanxaneya Dogan Solibri ve hatiye çapkirin. 

Zapsu, 9ê Sibata 1958ê li Stenbolê diçe ser dilovanîya xwedê. Li goristana Necatî Begî tê veşartin. Du keç, du kur, çar zarokan; 27 bi Kurdî, 94 bi tirkî bi tevahî 121 berheman li dû xwe dihêle.

Eqîda Kurdan (1918), Memê Alan (1919), Mifta Xwendinê (1919), Gramera Kurdî (1919), Gramera Kurmancî, Kurdçe Metod Pratîk (1919), Dersa Dîn (1921), Gazîya Welat 1 (1919), Gazîya Welat 2 (1921), Gazîya Welat 3 (1921), Gazîya Welat 4 (1945), Keşkul (1928), Mîracname (1945), Kürd Gençlerine Yedinci Hediye Kürd Edebiyatı Hakkında (Xelata heftem bo Ciwanên Kurd Derbarê Edebîyata Kurdî de), Serbihûr (Sergüzeşt, Çîrokên Kurdî), Metelok (Kürdçe Durub-u Emsal Mecmuası) hinek ji pirtûkên Zapsu ne.