Gora semakara Kurd Leyla Bedirxan li Parîsê hat dîtin

Leyla Bedirxan
Leyla Bedirxan

Navenda Nûçeyan (K24) – Gora semakara navdar a Kurd Leyla Bedirxan li goristaneke Parîsê hat dîtin.

Stranbêja Kurd Parvîn Çakar li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir, gora hunermenda Kurd, şahzadeya semaya baleya nûjen, Leyla Bedirxan li goristana Saint-Cloud Parîsê hatiye dîtin.

Parvîn Çakar destnîşan kir, “Divê parastina mîrat û hunermendên me, erkê me ya herî mezin be.”

Leyla Bedirxan di dema karîyera xwe de gelek caran wek şahzadeyeke Kurd an stêrkeke Kurd hatiye naskirin. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn wê biryar da ku dawî li kariyera xwe ya wek semakara baleyê (Ballet) bîne û li Parîsê dibistaneke semayê vekir.

Li gorî wêneya li ser gora wê, Leyla Bedirxan di sala 1907an de li Stenbolê jidayik bûye û di dîroka Kurdistanê de yekemîn keça Kurd bûye ku di warê hunerî de derketiye holê. Leyla Bedirxan keça Ebdulrezaq Bedirxan û neviya Bedirxan Paşa ye. Di sala 1913an de, piştî fermana qirkirina malbata Bedirxaniyan, Leyla û diya xwe di temenekî pir biçûk de ji Împeratoriya Osmanî koçî Misrê kirin û zarokatiya xwe li wir derbas kir.

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, 1914-1918, Leyla Bedirxan çû Ewropayê û li Swîsreyê xwend, li Almanyayê Enstîtuya Baletê qedand û piştre li Fransayê bicih bû û di sala 1986an de li Parîsê koça dawiyê kir.