Li Duhokê çandina patatan zêde bûye: Xebatên ji bo hinardekirinê dest pê kiriye

Berhemên patatên Herêma Kurdistanê sal bi sal di zêdebûnê de ne û îsal li parêzgeha Duhokê, li nêzîkî 40 hezar donim zeviyan patat hatin çandin.
kurdistan24.net

Duhok (K24) – Berhemên patatên Herêma Kurdistanê sal bi sal di zêdebûnê de ne û îsal li parêzgeha Duhokê, li nêzîkî 40 hezar donim zeviyan patat hatin çandin û tê pêşbînîkirin, berhemên wan bigihe zêdetirî 480 hezar ton, ji ber vê yekê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hinardekirina wan dixebite.

Ebdulqadir Mihemed cotkarekî navçeya Berdereş e û îsal nêzîkî 800 donim patat li navçeya Nawkur çandine. Niha berhemên xwe kom kirine û danîne nav depoyeke sarker, da ku bi plan û bername bişîne nav bazarê û ew dibêje, kalîteya patatên wî baş e.

Li gor amarên Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê, îsal li sînorê parêzgeha Duhokê, li nêzîkî 40 hezar donim zeviyan patat hatine çandin û tê çaverêkirin ku berhemên patatê yên parêzgehê, bigihe zêdetirî 480 hezar ton patatan. Ev jî li gor şarezayên warê çandiniyê, mîqdareke kêm nîne û dikarin hinardeyî derve jî bikin. 

Endezyar û Serperiştyarê Depoyeke Sarkirinê Dilgeş Mûsa diyar kir, li gor salên borî, îsal berhemên patatan li navçeyê gelek zêde bûye û dikarin bibêjin du sê car zêde ye. Ew patatên ku di nav sarkeran de hatine hilgirtin, ji pêwîstiyê zêdetir e û dikarin hinardeyî derve jî bikin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta firotina berhemên patatê yên cotkarên parêzgeha Duhokê û parastuna di nav depoyan de, ji aliyekî ve piştevaniya kompaniyên sektora taybet dike bi dirustkirina nêzîkî 70 depoyan û ji aliyekî din ve jî ji bo damezrandina kompaniyekê dixebite ku di şiyana wê de ye salane nêzîkî 50 heta 100 hezar ton patatên cotkaran werbigre.