Serokê HUDA PAR’ê: Divê bac li gor dahata welatiyan ji wan bê wergirtin

Diyarbekir (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad ( HUDA PAR ) Zekeriya Yapicioglu bertek nîşanî girankirina nirxên kelûpelan û zêdekirina rêjeya bacan da û got; divê bac li gorî dahata welatiyan ji wan bê wergirtin divê û di navbera xizan û dewlemendan de ferqa wergirtina bacê hebe.

Serokê Giştî yê HUDA PAR’ê û parlementerê Stenbol’ê Zekeriya Yapicioglu beşdarî 4emîn kongreya partiya xwe ya Erganiyê bû. Yapicioglu di gotara xwe ya di kongreyê de rexne li polîtîkayên zêdekirina rêjeya bac û girankirina nirxên kelûpelan da.

Yapicioglu got: “Em dibînin ku di van demên dawiyê de rewşa kesên ku dahata wan kêm e xirabtir dibe. Li bajaran kirêyên zêde li ser pişta xelkê bareke gelek mezin e. Nirxên kelûpelên avahîsaziyê gelek bilind bûne. Êdî mûçeyê xelkê têra wan nake. Nirxên gaz, benzîn û mazotê di nava du mehan de ji du qatî zêdetir giran bû.”

Li gorî Zekeriya Yapicioglu, divê bac jî li gorî dahata welatiyan ji wan bê wergirtin. Yapicioglu bang li hikûmetê kir û got; bila dewlet rêjeya bacên xwe kêm bike.