Li Îranê ji ber germayê du roj bêhnvedan hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Îranê Elî Behadurî ragehand, li ser daxwaza Wezareta Tenduristiya wî welatî, ji ber bilindbûna pileyên germayê, wan biryar daye du rojan bikin bêhnvedan.

Behadurî da zanîn jî, rojên çarşem û pêncşemê yên vê hefteyê, 2 û 3 Tebaxê, li seranserî Îranê bêhnvedan e.

Li gorî pêşbîniyên Rêveberiya Keşnasiyê ya Îranê, ji duhî dve pêleke germayê li seranserî Îranê bi taybet navçeyên başûr û başûrê rojhilatê wî welatî girtiye û dê heta roja şemiya hefteya bê berdewam be.

Li gorî wê pêşbîniyê, li bajarê Ehwazê dê pileya germayê heta 51 biçe.

Wezareta Tenduristiya Îranê, piştî pêşbîniyên keşnasiyê, ragehandibû, germa dê ziyanê bigehîne tenduristiya mirovan, bi taybetî kesên bi temen û zarokan û daxwaz ji hikûmetê kiribû, bêhnvedanê ragihîne.