Navenda Metro pêşwaziyê li biryara hikûmeta Brîtanyayê dike

Navenda Metro bo dakokîkirina li mafên rojnamevanan pêşwaziyê li biryara hikûmeta Brîtanyayê ya li ser naskirina komkujiya Êzidiyan wek jenosîd, dike.
Logoya Navenda Metro bo dakokîkirina li mafên rojnamevanan
Logoya Navenda Metro bo dakokîkirina li mafên rojnamevanan

Hewlêr (K24) – Navenda Metro bo dakokîkirina li mafên rojnamevanan pêşwaziyê li biryara hikûmeta Brîtanyayê ya li ser naskirina komkujiya Êzidiyan wek jenosîd, dike û dibêje: “Naskirina vê jenosîdê ji bo Kurdên Êzidî girîngiyeke wê ya bê endaze heye.”

Îro hikûmeta Brîtanyayê komkujiya Êzidiyan wek jenosîd nas kir û Navenda Metro jî vê biryarê wek "biryareke îlhambexş ji bo civaka navdewletî" bi nav dike.

Navenda Metro li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê ragihand, naskirina fermî ya wê jenosîda ku DAIŞê di sala 2014an de li dijî Kurdên Êzidî encam da, pabendbûna Brîtanyayê nîşan dide ji bo bilindiya dadperwerî û parastina mafên pêkhate û kemîneyan li seranserê cîhanê.

Her wiha diyar kir, naskirina vê jenosîdê ji bo Kurdên Êzidî girîngiyeke wê ya bê endaze heye û wek çirayeke hêviyê ji bo hemû wan tê dîtin ku di bin destê dirindeyiya hêzên tundrew de êş û jan kişandine. Her wiha amaje ye ji bo wê yekê ku ew dirindeyiyên ku li hember civaka Êzidî hatine kirin, nehatine jibîrkirin û dilnewayî pêşkêşî rizgarbûyan û wan malbatan dike ku di wê dema tarî û xemnak de ezîzên xwe ji dest dane.

Navenda Metro vê pêngava hikûmeta Brîtanyayê wek peyameke bihêz dibîne ji bo civaka navdewletî ya li ser girîngiya lêpirsîna tawanbaran li ser karên wan kirêt û rêgirîkirina li rûdana van cûre tawanan di siberojê de bihêz dike û jîngehekê dirust dike ku bingehên mirovahî û aştî û pêkvejiyanê zal bin.

Her wiha radigihîne, ew bi navê Navenda Metro spasiya hikûmeta Brîtanyayê dikin ku ev helwesta wêrek û rastgo girtine ber xwe. Ev pêngava hikûmeta Brîtanyayê di destpêka nehemîn salvegera êrîşa DAIŞê ya li dijî Şingal û encamdana komkujiya li dijî Kurdên Êzidî, ku pêştir jî parlamentoya Almanya, Holanda û Belçîka tawanên DAIŞê li dijî Kurdên Êzidî wek jenosîd nas kiribûn.