Konsulê Giştî yê Amerîkayê bo K24: Em piştevaniya encamdana hilbijartinan dikin

Irvin Hicks li ser pirsa Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, ew piştevaniya encamdana hilbijartinan dikin û hêvî dikin hilbijartin birêve biçin ji bo ku xelk nûnerên xwe bo siberojê hilbijêrin.

Hewlêr (K24) – Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Irvin Hicks li ser pirsa Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, ew piştevaniya encamdana hilbijartinan dikin û hêvî dikin hilbijartin birêve biçin ji bo ku xelk nûnerên xwe bo siberojê hilbijêrin.

Irvin Hicks ji Kurdistan24ê re ragihand: “Her wek di daxuyaniya Wezareta Derve de hatiye, em hêvî dikin û çavê me li wê yekê ku hilbijartin birêve biçin, da ku xelk derfeta wan hebe nûnerên siberoja xwe hilbijêrin.”

Pêştir jî Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di konferanseke rojnamevanî de ragihandibû, wan bi berdewamî Hewlêr û Bexda han dane li ser çend mijaran ku berjewendiyên hevbeş li xwe digre, li hev bikin, wek budceyeke guncaw û yasaya petrol û gazê.

Miller diyar kiribû, ew di handana aliyên Iraqê de berdewam dibin, da ku rêyek ji bo pêşveçûnê diyar bikin.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, Serokatiya Herêma Kurdistanê ji aliyên siyasî re pêşniyar kiriye ku roja 25ê Sibata 2024an hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê werin encamdan.

Pêştir Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihandibû, li ser fermana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi mebesta wergirtina fikr û ramanan ji bo destnîşankirina roja nû ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, îro çarşemê 26ê Tîrmeha 2023an, şandeke bilind li Serokatiya Herêma Kurdistanê, bernameya rêze serdanên xwe ji bo partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dest pê kirine ku tê de fikr û ramanên partî û aliyan ji bo diyarkirina dema nû ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê wergirtine.